Şêx Fehid: Bi çoyekî be jî ez ê şer bikim û destkeftiyên şehîdan bernadim

Şêx Fehid El Şêxanî diyar kir ku divê gelê herêmê bi ajandeyên dewleta Tirk û çeteyên wê nexape û got "Heke tiştek nemîne jî, ez ê bi çoyê di destê xwe de şer bikim lê dev ji rêgez û xwîna şehîdan bernadim."

Şêx Fehid: Bi çoyekî be jî ez ê şer bikim û destkeftiyên şehîdan bernadim
9 ÇILE, 2025   07:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Nûnerê qebîleya El Sade El Eşraf El Şêxan Şêx Fehid El Şêxanî hişyarî da ku dewleta Tirk dixwaze fitneyê li herêmê derxe. 

Şêx Fehid got: "Niha, em dibihîzin ku Erdogan û çeteyên wî gefan li herêmê dixwin. Ew şerekî çapemeniyê ye ku kanal û malperên girêdayî ajandeyên guman li ser hene û yên derve dikin. Dixwazin îstiqrara me têk bibin."

Li hember gefên li dijî herêmê şêx Fehid teqezî bi berxwedana gelê herêmê kir û got: "Em bi hêz in. Herêmên berfireh ên Sûriyeyê bi rêve dibin. Hêzên me yên leşkerî yên perwerdekirî hene. Em xwedî piştgiriyeke siyasî ya cîhanî ne ku mîna wê tu carî nebûye. Her kes bi me re ye." 

Şêx Fehid destnîşan kir ku çi dibe bila bibe berxwedana li herêmê berdewam e û got: "Em destkeftiyên şehîdan bernadin. Bi vê çoyê di destê min de be jî, em ê şer bikin.”

Şêx Fehid destnîşan kir ku berxwedana QSD`ê û yekitiya gelê Sûriyeyê bersiva hewldanên dewleta Tirk a dagirker e ku dixwaze herêmê parçe bike û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe.

(şx/k)

ANHA