Civîna lûtkeya Erebî li Bexdayê dest pê kir

Civîna Lûtkeya Erebî bi tevlîbûna dehan serkirde û serokên welatên Erebî û nûnerên Ewropî li Bexdayê dest pê kir. Wê di lûtkeyê de gelek mijarên têkildarî welatên Erebî û herêmî bên axaftin.

 Civîna lûtkeya Erebî li Bexdayê dest pê kir
17 gulan, 2025   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh ve serkirde û serokên welatên Erebî her wiha beşek ji serokên welatên Ewropî û rêxistinên navdewletî ji bo tevlî Lûtkeya Erebî bibin serdana Bexdayê kirine. 

Şeva borî Serokwezîrê Îspanyayê li gel şandeya pêre û Nûnerê Serokê Rusyayê jî ji bo tevlî lûtkeyê bibin gihiştin Bexdayê.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me yê Bexdayê dane, beriya çend kêliyan Lûtkeya Erebî bi tevlîbûna dehan serkirde û serokên welatên Erebî û nûnerên Ewropî li Bexdayê dest pê kir.

Tê payîn di lûtkeyê de behsa şerê Xeza, rewşa Suriye, welatên Erebî û herêmê bê axaftin.

Ev lûtkeya Erebî di demek de ye ku Serokê Emerîkayê Donald Trump pêşniyar ji Libyayê re kiriye ku welatiyên Xezayê vehewîne daku bajarê Xeza ji nûve were avakirin. Beriya niha jî Misir û Urdunê vê daxwaza Trump red kiribûn.