Di êrişên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 4 kesan hatine kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin
17 gulan, 2025   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya bi balafireke bêmirov a biçek a li derdora Zanîngeha Îslamî ya li herêma Meen a li rojhilatê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê de, 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku di êrişeke din a hewayî ya li ser bajarokê Fexarî yê li rojhilatê Xan Yûnisê de kesek hat kuştin. Di êrişa duh a li heman bajarokî ya li dijî erebeyekê de jî zarokek ku birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Tîbayê ya li rojhilatê bajar kampek bombebaran kir. Di encamê de zarokek û 4 kes birîndar bûn.

Li derdora Nexweşxaneya Şuheda El Eqsa ya bajarokê Dêr Beleh ê naverasta Xezayê de kampeke koçberan hat bombebarankirin û di encamê de çend kes birîndar bûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li rojhilatê Cibalya ya li bakurê Xezayê malek bombebaran kir û di encama bombebaranê de hin kes birîndar bûn û hin kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da.

(bb)