Civîna li Umanê, serdana Hemasê û civîna li Alaskayê manşetên çapemeniya erebî ne

Çavdêran diyar kir ku Uman hewl dide bi rêya xurtkirina agirbesta li Siwêdayê rola xwe di dosyaya Sûriyeyê de xurt bike. Şandeyek Hemasê li Qahîreyê agirbesta li Xezayê û derbaskirina alîkariyan nîqaş dike. Trump û Pûtîn li Alaskayê dicivin.

Civîna li Umanê, serdana Hemasê û civîna li Alaskayê manşetên çapemeniya erebî ne
13 tebax, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî bal kişand ser civîna sêalî ya li Umanê ya di navbera wezîrên karên derve yên Urdin û Sûriyeyê û nûnerê DYA’yê de, serdana şandeya Hemasê ji Qahîreyê re û civîna li Alaskayê.

‘LIHEVKIRINA DYA-URDIN-SÛRIYEYÊ LI SER AVAKIRIMA KOMÎTEYA BIDAWÎKIRINA KRÎZA SIWÊDAYÊ’

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser sivîna sêalî ya li Umanê ya di navbera wezîrên karên derve yên Urdin-Sûriyeyê û nûnerê Amerîkayê ya ji bo Şamê de nivîsek parve kir. Di civînê de lihevkirin çêbû ku komîteyek hevbeş ji bo piştgiriya hewldanên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û pêkanîna agirbesta li Siwêdayê were avakirin.

Li gorî çavdêran, Umanê berê roleke girîng di agirbestê de lîstiye û niha jî hewl dide bi rêya kişandina kaxizmeta taîfiyê ji destê Îsraîlê ya ku hewl dide bi wê yekê bikeve Sûriyeyê, vê rolê xurt bike. Çavdêran diyar kir ku Urdinê girêka dîmena Durzî li Siwêdayê, li gel dualîteya helwestên rêveberên wê wek Hikmet El Hicrî, Leys El Belos, Hemod El Henawî baş nas dike û li ser dan û standina bi van nakokiyan re dixebite ku yekhelwestê ava bike ku bajarê Siwêdayê îstîqrar bibe.

‘ŞANDEYEKE HEMASÊ LI QAHÎREYÊ AGIRBESTA LI XEZAYÊ Û DERBASKIRINA ALÎKARIYAN NÎQAŞ DIKE’

Tora Skya Newsê di nivîsa xwe de diyar kir ku şandeyeke ji rêveberên tevgera Hemasê bi serkêşiya Xelîl El Heyê gihaşt Qahîreyê da ku bi rayedarên Misirê re têkildarî Xezayê nîqaş bikin. Di nîqaşan de dê agirbesta li Xezayê û mîsogeriya derbaskirina alîkariyên mirovî, bidawîkirina zehmetiyên xelkê Xezayê werin nîqaşkirin. Li kêleka wê jî dê têkiliyên hundirîn ên Filistînê û xurtkirina têkiliyên dualî yên bi Misirê re bên gotûbêjkirin.

‘DÊ LI ALASKAYÊ BERF BIHELE?’

Rojnameya Şerq El Ewset der barê civîna di navbera Donald Trump û Vladimîr Pûtîn de ya li Alaskayê nivîsî. Rojnameyê destnîşan kir: "Di navbera serdema serokatiya Trump a yekemîn û civîna Alaskayê de têkiliya bi Pûtîn re di nava başî û nebaşiyê de. Serokê berê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev êrişî serokê Amerîkayê kir û got bila deriyê lihevkirinê li pêş her du serokan vekirî be.”

Rojnameyê diyar kir ku "Ya rastî derî hem girtî hem jî vekirî ne. Hemûyan di vî şerî de ku heta niha 4 sal li pey xwe hiştiye, zirar dît. Civîneke bêyî serokê Ukraynayê dibe ku bi xwe re îhtîmala binketinê zêde bike."

(fr)