Çekdaran êrişî karwanê alîkariyê kir

Li rojhilatê Derayê komeke çekdaran êrişî karwanê alîkariyan kir ku ber Siwêdayê ve diçû û 7 kes revandin.

Çekdaran êrişî karwanê alîkariyê kir
13 tebax, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwanê alîkariyên mirovî ku ji bajarê Ceramana ber bi Siwêdayê ve diçû, li rojhilatê Derayê ya di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de, rastî êrişeke çekdarî hat. 7 xwebeş hatin revandin û xureka di erebeyan de dizîn.

Li gorî çavkaniyên xwecih, komeke çekdar li nêzî benda kontrolê ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê karwan sekinand, xwebeş û erebe revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji revandiyan 3 kes hatine berdan, lê hîna 4 kes girtî ne û navên wan wiha ne: Abid Ebû Fexir, Fîdaa Ezam, Yamin Memdoh El Sehnawî, Ridwan Zeyd El Sehnawî. Ew hemû ji Ceremanayê ne.

Heman çavkaniyan got ji bo berdana revandiyan peywendî didomin û rayedarên hikumeta veguhêz îdia dikin ku çekdarên eşîran li pey vê bûyerê ne.

Ji nêzî mehekê ve, karwanên alîkariyan ji bo Siwêdayê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de dorpêçkirî ne. Herî dawî di 8ˊê Tebaxê de li nêzî gundê Sehwa El Qemih ê li rojhilatê Derayê karwana Heyva Sor rastî êrişekê hatibû.

(fr)