Civîna ENKS û PYD’ê bi dawî bû
Civîna ENKS û PYD’ê bi dawî bû. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, civîn erênî derbas bûye.

Îro saet di 10.00’an de li bajarê Hesekê civînekê di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de dest pê kiribû. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî beşdarî civînê bûbû.
Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û beriya çend kêliyan bi dawî bû.
Li gorî agahiyên ku beşdarên civînê dane nûçegihanên me, civîn erênî bi dawî bû.
Çavkaniyan diyar kir ku dê di saetên pêş de hûrgiliyên zêdetir werin aşkerakirin.
(bb)
ANHA