QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameya şervanekî xwe ku di bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundewarên bajarokê Silûkê de şehîd bûbû, aşkera kir.

QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
18 adar, 2025   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku li gundewarên kantona Firatê şehîd bûbû, aşkera kir.

Di daxuyaniyê hate gotin ku şevanê QSD`ê Hisên Ebid El Ewad (Umer) di encama bombebaran artêşa Tirk a dagirker a li gundê Tirwaziyê yê bajarokê Silûk ê kantona Firatê de şehîd bûye.

QSD`ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Umer
Nav û paşnav: Hisên Ebdi Elewad
Navê dayikê: Inûd
Navê bav: Ebid
Cihê jidayibûnê: Heseke
Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziye – gundê Êwa, 16 Adar 2025