Karwana alîkariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt peravê

Karwana alîkariyên mirovî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt herêma perava Sûriyeyê.

Karwana alîkariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt peravê
Karwana alîkariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt peravê
Karwana alîkariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt peravê
Karwana alîkariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt peravê
18 adar, 2025   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwana alîkariyên mirovî ku duh êvarê (duşemê) ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi herêma peravê ketibû rê, gihîşt bajarê Ceblê yê Sûriyeyê.

Ev alîkarî nîşaneya rihê hevgirtina mirovî ye ku ji hêla Heyva Sor a Kurd, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û însiyatîfên gel ve yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tên pêşkêşkirin.

Hêzên desthilata Şamê, ji bo derbasbûna karwana alîkariyên ber bi peravê ve, li ser şandeyê bi karwanê re şert kir ku logoya Heyva Sor a Kurd li ser kamyonan were rakirin. Heyva Sor a Kurd jî diyar kir ku wan logo rakir, ji ber ku armanca wan a sereke gihandina alîkariyan ji hewcedaran re ye.

Ev karwana ya yekemîn e ku ber bi peravê ve tê rêkirin.

Karwan ji 20 kamyonan pêk tê û tê de madeyên alîkarî û xurdemenî mîna birinc, savar, qûtî û pêdiviyên awarte yên din, hene

Li gorî şandeya bi karwanê re, alîkarî li depoyên "Komeleya Dest bi Dest" a ku bajarên peravê dişopîne, tê valakirin û wê sibe bi awayekî hevbeş alîkarî werin belavkirin.

(fr)