Civîna Bilind a Ereban û bûyerên li Ceremanayê di rojeva rojnameyên erebî de bûn

Rojnameyên erebî îro der barê beşdarnebûna Cezayîr û Tûnisê di civîna awarte ya Ereban a li ser Xezayê de û bûyerên li Ceramanayê nivîsîn.

Civîna Bilind a Ereban û bûyerên li Ceremanayê di rojeva rojnameyên erebî de bûn
4 adar, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BEŞDARNEBÛNA HIN DEWLETAN DI CIVÎNA EREBAN DE GELO DÊ BANDORÊ LI ENCAMÊN WÊ BIKE?’

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser beşdarnebûna Cezayîr û Tûnisê di civîna lûtkeya Erebî ya li ser Xezayê û pirsgirêka Filistînê de nivîsî û wiha nivîsand: "Piştî ku serokên Cezayîr û Tûnisê got ku beşdarî civîna awarte ya Erebî ya li Qahîreyê, roja sêşemê, li ser Xeza û pirsa Filistînê nabin, der barê bandora ltkeyê de hin gengeşe çêbûn. Çavkaniyeke misirî ya agahdar ji El Şerq El Ewset re tekez kir ku welatê wî "vexwendname ji hemû serkirdeyên welatên Ereban ên endamên Komkara Eerbî re şandin û dihate xwestin ku her kes beşdar bibe, da ku bişêwirin û helwestekê li ser vê mijara çarenûsî bigirin.”

‘ÇI LI BAJARÊ CEREMANA YÊ SÛRIYEYÊ DIQEWIME?’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, behsa bûyerên li bajarê Ceramana yê Sûriyeyê kir û wiha nivîsand: "Li welatekî ku ji mêj ve ji ber mezheb û kêmneteweyên tê de bûyer devere li ber teqînê ye, bala her kesî ber bi herêma peravê ya Sûriyeyê ve çû ku şêniyên wê derê ji mezheba elewî ne. Tişta li wir çêbû ji bo her kesî balkêş bû, hin bûyerên kêm çêbûn, lê ruspiyên elewiyan zû ew bûyer vemirandin û kesên li pişt wan bûyeran şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo hikumeta derbasbûnê diyar kir.”

Rojnameyê destnîşan kir ku "Tişta ku vê dawiyê li bajarê Ceremana ku piraniya wê durzî ne, qewimîn û bû sedema mirina kesekî û birîndarbûna 9 kesên din, ji bûyerên bi vî rengî yên ku li peravên Sûriyeyê qewimîn û hatin dorpêçkirin cudatir nîn e. Cudahî ew e ku Îsraîl kete ser xetê û ragihand ku ew dê parastina civaka durzî bike.”

(k)