Îsraîl der barê rola Tirkiyê li Sûriyeyê hişyarî da Washingtonê

Tel Avîvê der barê rola niha ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê hişyarî da Washingtonê û  daxwaz ji wê kir ku fişarê li Enqerê bike da ku rê li avakirina rêxistinên dijî Israîlê li Sûriyeyê bigire.

Îsraîl der barê rola Tirkiyê li Sûriyeyê hişyarî da Washingtonê
4 adar, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên îsraîlî fikarên xwe der barê desthilata nû yali Şamê anîn ziman, ku dibe metirsî li ser sînorên Îsraîl çêbike.

Rojnameya “Îsraîl Hayom” li ser zimanê jêderên Îsraîlî ragihand: "Piştî xirabbûna peywendiyên Îsraîl û Tirkiyeyê ji ber şerê Xezayê, tirsa Îsraîl ji bandora Enqerê li ser vêveberiya nû ya îslamî li Sûriyeyê zêde dibe.

Rojnameyê her wiha got: "Îsraîl fişarê li Amerîkayê dike da ku Sûriyeyê lawaz û parçebûyî bimîne.

Serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu roja Yekşema borî ragihandibû ku "Îsraîl hebûna Heyet Tehrîr El Şam û ti hêzeke din a girêdayî rêjîma nû li başûrê Sûriyê qebûl nake. "

(k)