Artêşa Îsraîlê: Me hin armanc li Sûriyeyê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bersiva êrişa duh a li dijî bajarê Îlat daye û hin armancên li hundir axa Sûriyeyê bombebaran kirine.

Artêşa Îsraîlê: Me hin armanc li Sûriyeyê bombebaran kirin
10 mijdar, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê “X” daxuyaniyek da û wiha got: “Artêşa Îsraîlê beriya demeke kin li Sûriyeyê êrişî ew koma ku duh balafira bêmirov ber bi bajarê Îlatê ve rê kiriye û li dibistaneke bajêr êriş pêk aniye, kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Çi karê terorê yê ji axa Sûriyeyê bê kirin, Sûriye bi temamî jê berpirsiyar e. Dê artêşa Îsraîlê bersiva hewldanên bandorkirina dewleta Îsraîlê hişk bide.”

(c)