Cihê bêhndanê û navenda perwerdeyê: Parka Rêber Abdullah Ocalan
Parka Rêber Abdullah Ocalan a li Til Koçerê meqseda tevahî şêniyan e. Li parkê semînerên bi mijdarên cuda têne dayîn û hewlên vekirina pirtûkxaneyekê li parkê tên kirin.
Şaredariya Gel a navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê sala 2015`an parka Rêber Abdullah Ocalan vekir. Di parkê de dar çandin û kursî danîn. Ji wê demê ve park bûye meqseda tevahî şêniyên navçeyê.
Îsal jî, şêniyên navçeyê bi koordîneya Şaredariya Gel, bi armanca xweşikkirina xuyanga parkê peykara cezweya qehwê ku çanda pêkhateya Ereb nîşan dide, di parkê de ava kir. Her wiha avreşînk ava kir û kursiyên din bicih kirin.
Ji destpêka salê ve, çalakiyên cihereng li parkê tên lidarxistin ku şêniyên navçeyê sûdê jê digirin. Berpirsên parkê plan dikin pirtûkxaneyekê li parkê vekirin.
Welatiyê bi navê Elî Ubêd ê ji Til Koçerê yek ji beşdarên bedewkirina parkê ye got: “Plansaziya me ya pêşerojê em pirtûkxaneyekê li vir vekin ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û çîrok ji bo zarokan lê hebin.”
Li gorî berpirsên parkê, hewldan hene ku akraneke mezin ji bo dayîna semîneran li parkê bi bicih bikin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.
Welatiyê bi navê Ehmed El Heneş jî got: “Ez û hevalên xwe li parkê li hev dicivin û sohbetê dikin. Mebesta min ew e ku li gel şerê taybet ê herêmê, em nêrînên hev nas bikin û ciwanan ji vê yekê agahdar bikin.”
El Heneş diyar kir ku bi însiyatîfa Tevgera Ciwanên Şoreşger gelek semînerên bi mijarên cuda li parkê tên dayîn da ku sûdê jê digirin.
Li parkê, jinên navçeyê kom dibin. Têkildarî vê yekê welatiya bi navê Firyal Esaf got: “Em bêhna xwe li parkê vedidin. Bi saya Rêber Abdullah Ocalan zihniyeta civakê ya li hember jinan hate guhertin. Êdî jin dikarin derkevin, li parkan rûnin û fikrên xwe parve bikin.”
(şx)
ANHA