Hevrêyên şehîd Îsam: Em ê lêgerîna li heqîqetê bidomînin

Di salvegera yekemîn a şehadeta nûçegihanê me Îsam Ebdullah de, hevreyên wî soza domandina lêgerîna li heqîqetê û parastina nirxên civakê dan.

Hevrêyên şehîd Îsam: Em ê lêgerîna li heqîqetê bidomînin
20 mijdar 2023   02:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker 19`ê Mijdara 2022`yan de gundê Teqil Beqil ê Dêrikê bombebaran kir. Dema ku welatî ber bi cihê bombebaranê ve diçûn da ku birîndaran rizgar bikin, dewleta dagirker careke din welatî bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah jî di nav de 11 welatî şehîd bûn. 

Gelek komele, yekitiyên rojnamevanan, saziyên hiqûqî û mirovî û UNESCO`yê şehîdxistina rojnamevan Îsam Ebdullah şermezar kir û têkildarî şehadeta wî de jî, gelek dezgehên çapemeniyê yên xwecih, herêmî û cîhanî rapor amade kirin.

Tevî bangewaziyên saziyên têkildarî, lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, sivîlan û rojnamevanan dike hedef. Dewleta dagirker 23`yê Tebaxê erebeya xebatkarên Jin TV′yê li kantona Qamişloyê kir hedef. Di encamê de karmendên kanalê Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû û nûçegihana kenalê Delîla Egîd birîndar bû.

′HEDEFKIRINA ROJNAMEVANAN BÛYE ARMANCEKE TIRKÎ′

Edîtorê beşa Rojhilata Navîn a ajansa me Yehya El Hebîb diyar kir ku hedefkirina rojnamevan yek ji armancên dewleta Tirk e û got: "Hedefkirina rojnamevanan li dijî pîvan û qanûnên navnteweyê ye. Dewleta Tirk ji van kiryaran, armanc dike rojnamevanan bitirsîne ji bo ku dengê gelan ranegihînin û sûcên wê yên li dijî gelan teşhîr nekin.”

El Hebîb destnîşan kir ku rojnamevanên li herêmê û yên ajansa me soz dane ku dê rêya şehîd Îsam û tevahî şehîdên ragihandina azad bişopînin û wiha dawî li axafina xwe anî: "Her wiha soz dane ku dê pênûsa wan di ximzeta doza gelê herêmê û teşhîrkirinan siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker de be.′′

Edîtor û endamê Meclisa Rêveberiya ANHA`yê Sîpan Silo jî diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan binpê dike û saziyên têkildar sûcên wê paşguh dike.

Sîpan Silo  bi bîr xist ku salek di ser şehîdxistina hevalê me Îsam re derbas bûye û got, tevî qanûnên parastina rojnamevanan û hesabxwestina ji êrişkdaran re, lê heta niha hesab ji dewleta Tirk nehatiye pirsîn.

Sîpan Silo diyar kir ku divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn û wiha pê de çû: “Hêzên ewlehiyê, artêş û desthilata Tirk binpêkirina azadiya derbirînê, girtina rojnamevanan û bêdengkirina heqîqetê didomîne. Her wiha hevrêyên me yên rojnamevan mîna Îsam, Seed û Mihemed şehîd xistin.”

Sîpan Silo di dawiyê de soz da ku xeta ragihandina azad bişopînin  û got: "Ajansa me ajansa şehîdan e. Em ê xeta şehîdan a lêgerîna li heqîqetê û parastina nirxên civaka xwe berdewam bikin."

(şx)

ANHA