Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê

Ehmed Xoce diyar kir ku zêdetirî 500 hezar kes li Kobanê dijîn, divê her kes zehmetiyên gelê Kobanê bibîne û divê bi awayekî bilez dorpêç were rakirin û alîkarî bigihêje Kobanê.

Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê
Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê
Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê
Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê
Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê
Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê
Ehmed Xoce: Divê demildest dorpêç rabe û alîkarî bigihêje Kobanê
1 sibat, 2026   06:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Ehmed Xoce têkildarî rewşa koçberan û dorpêça giran a li ser Kobanê, ji ANHA’yê re axivî.

Ehmed Xoce diyar kir îro 13 roj e Kobanê di nava dorpêçeke giran de ye û wiha got: "Ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî ya bi serpereştiya dewleta Tirk a dagirker, gel ji hemû deveran koçber bû. Li Kobanê di nava zexteke mezin de ye. Gelê ku ji Reqa, Tebqa li Kobanê ne û yên Şêxmeqsud û Girê Spî ên ku berê li Til Seminê bûn, niha hejmareke zêdetirî 500 hezar kes li bajarê Kobanê dijîn.”

‘NÊZÎ 70 CIH JI BO KOÇBERAN HATINE VEKIRIN, LÊ DÎSA JÎ TÊRÊ NAKIN’

Di dewama axaftinê de Xoce da zanîn ku rewşa hewayî jî gelekî zehmet e û got: “Kesên ku koçber bûn û hatin Kobanê, malbatên Kobanê di malên xwe de 4 an 5 malbat pêşwazî kirin. Ev yek jî dîsa têra malbatên koçber nake. Ji ber vê yekê nêzî 70 cihên wekî dibistan, mizgeft, baxçeyên zarokan, eywanên dawetan û hemû dikanên vala hatin vekirin, ji bo ku koçber tê de bi cih bibin, lê dîsa jî têra koçberan nake.”

‘JI BER DORPÊÇÊ HEMÛ DIKANÊN KOBANÊ VALA BÛNE’

Ehmed Xoce destnîşan kir ku tevî dorpêç û koçberiya li Kobanê, heta niha tu alîkariyên xurekê nehatine û wiha pê de çû: "Sotemenî, şîrê zarokan, derman li Kobanê nemaye, her tişt êdî heta şîrê zarokan li dikanan nayên peydakirin. Ji ber dorpêça herî giran êdî li Kobanê dikan hemû vala bûne. Ya herî girîng şîrê zarokan e. Divê korîdoreke mirovî ji bo Kobanê were vekirin.”

ANHA