CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire

Partiya Gel a Komarê (CHP) ku yekemîn partiya siyasî ya Tirkiyeyê ye û ji aliyê Atatûrk ve hatiye avakirin, biryar girt ku avahiya xwe ya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bigire.

CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
8 îlon, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Giştî ya CHP'ê, biryar girt ku avahiya xwe ya Serokatiya Bajêr a Stenbolê ku Gursel Tekînê ji aliyê dadgehê ve wekî qeyûm tayinî Serokatiya Bajêr a Stenbolê hat kirin û di bin çavdêriya polîsan de ket hundirê wê, bigire.  CHP'ê di çarçoveya serlêdana li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Sariyerê, heya Kongreya Awarte ya Bajêr a Stenbolê li dar bixe û serokê bajêr û rêveberiya nû bê hilbijartin, navnîşana nû ya serokatiya bajêr ragihand Walîtiya Stenbolê û Dadgeha Bilind. 

Kongreya Awarte ya Bajêr a Stenbolê dê di 24'ê Îlonê de bê lidarxistin. (şx)