Çeteyên HTŞˈê 22 gund kontrol kirin

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) di roja duyemîn a êrişan de eniyek nû li gundewarê Idlibê vekir û 22 gund xistine bin kontrola xwe.

Çeteyên HTŞˈê 22 gund kontrol kirin
28 mijdar, 2024   12:59
HELEB

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh li gundewarê Helebê êriş li dijî hêzên hikumeta Şamê dan destpêkirin.  Çeteyan di roja duyemîn de êrişên xwe li ser gundewarê rojavayê Helebê didomînin û gundewarên Idlibê nêzî bajarê Seraqibê dane ber xwe.

Çeteyên HTŞˈê li eniya rojavayê Helebê gundê Şêx Elî yê dikeve başûrê Cumiyet Rîf El Muhendisîn El Sanî ( komeleya Rîf El Muhendisîn  a Duyemîn)  û gundên Dadîx û Kefer Betîx ên Idlibê kontrol kirin.

Gundên Dadîx û Kefer Betîx ên bajarokê Seraqibê 2 kîlometreyan nêzî rêya M5 in a ku Heleb û Şamê dighîne hev.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam  ji duh ve zêdetirî 22 gundên Heleb û Idlibê kontrol kirin. Li gorî agahiyan di şer de zêdetirî 130 çeteyên koma navborî û leşkerên Şamê hatine kuştin.

Çeteyên HTŞˈê hewl didin gundê Xan El Esel ê ku kargehên dermanan û navenda lêkolînên zanistî ya hikumeta Şamê lê hene, kontrol bikin.

Li gorî agahiyan, hêzên hikumeta Şamê jî hewl didin careke din li gundên Kefercûm, Hirêtan û Endan ên rojavayê Helebê  bi cih bînin û bi armanca bersivdayîna êrişên çeteyan û parastina rêyên stratejîk, teqwiye şandiye herêmê.

Hate zanîn ku balafirên şer ên Rûsya û yên hikumeta Şamê ku ji Adara 2020ˈî ve cara yekemîn de dikeve xeta şer, zêdetirî 40 êrişên hewayî û bi sedan êrişên bi moşek û obîsan li "herêma bêçek" pêk anîne.

Tê gotin ku çeteyan bi rêya balafirên xwekujî êriş kirin.

(bb)

ANHA