Çeteyên hikumetê zêdetirî 20 caran agirbest bin pê kirin

Li gundewarê Hesekê û Kobanê êriş dewam dikin, gelek caran ev gundewar bi dron û topan hatin hedefgirtin. Çeteyên hikumeta demkî heta niha zêdetirî 20 caran agirbeset bin pê kirine.

Çeteyên hikumetê zêdetirî 20 caran agirbest bin pê kirin
26 ÇILE, 2026   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişên xwel i dijî gundewarê Hesekê û Kobanê didomînin.

Navendê aşkera kir ku "Di êrişa drona komên Şamê li dijî gundê Mêleberiyê yê gundewarê parêzgeha Hesekê de 3 sivîl birîndar bûn."

Girêdayî mijarê li gundê Sefa yê başûrê Çilaxa pevçûn dewam dikin, çeteyan vê sibehê bi gelek dronan êrişî gund kir, di encamê de sivîl birîndar bûn.

Hemwextî wê, li dijî gundê Xirab Hişk û bajarê Çelebeiyê yên başûrê rojhilatê Kobanê êrişên dijwar ên bi hewldana ketinê hene, li asîman jî balafirên keşfê yên dewleta Tirk digerin.

Çeteyan li gundê Xirab Hişk li dijî malbata Bozan komkujiyek pêk anî, di encamê de 5 kes ji malbatê şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Çeteyên hikumetê heta niha zêdetirî 20 caran agirbest bin pê kirine. Ev yek berdewama siyaseta rageşiyê û êrişên li dijî sivîlan û herêmên wan nîşan dide.

(fr)