Li Dirbêsiyê alîkarî ji koçberan re hat pêşkêşkirin

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî piştevaniya mirovî û tenduristî ji koçberên li bajarê Dirêbsiyê yê kantona Cizîrê re pêşkêş kir.

Li Dirbêsiyê alîkarî ji koçberan re hat pêşkêşkirin
Li Dirbêsiyê alîkarî ji koçberan re hat pêşkêşkirin
Li Dirbêsiyê alîkarî ji koçberan re hat pêşkêşkirin
Li Dirbêsiyê alîkarî ji koçberan re hat pêşkêşkirin
Li Dirbêsiyê alîkarî ji koçberan re hat pêşkêşkirin
Li Dirbêsiyê alîkarî ji koçberan re hat pêşkêşkirin
26 ÇILE, 2026   17:09
HESEKÊ

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ya ji Başûrê Kurdistanê hatiye alîkariyên mirovî û tenduristî ji koçberên bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê re pêşkêş kirin. Ev yek di çarçoveya sivikkirina zehmetî û êşên malbatên ji ber koçberiyê zirar dîtine de pêk tê.

Dezgehê serdana gelek navendên koçberan ên li bajêr û gundewar kir. Tîma tibî ya dezgehê nexweş kontrol kir, derman  û şîr li zarokan belav kirin, li kêlek wê jî bi hevkariya Komîteya Sotemeniyê ya bajêr mazot jî belav kir.

Li bajar û gundewarê Dirbêsiyê zêdetirî bi dehan navendên bicihbûna koçberan hene, di van navendan de zêdetirî 2 hezar malbatên koçber bi cih bûne.

(fr)

ANHA