Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundekî rojhilatê Helebê kir

Çeteyên Firqeya El Hemze bi ser malên şêniyên gundê Leluwe yê li rojhilatê Helebê de girt. Di encamê de di navbera çeteyan û êla El Demalxe de şer derket.

Çeteyên dewleta Tirk êrişî gundekî rojhilatê Helebê kir
16 nîsan, 2024   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh çeteyên Firqeya El Hemze yên dewleta Tirk a dagirker bi ser malên şêniyên gundê Lebluwe yê li rojhilatê Helebê de girt. Di encamê de şerên dijwar di navbera êla El Demalxe ya li gund dimîne û çeteyan de derket û di şer de kesek hate kuştin.

Çavkaniyên xwecih ragihand ku ji ber ku çeteyên Firqeya El Hemze li şivanekî gund xistiye, xizmên wî êrişî navendên çeteyan kiriye, dûre jî çeteyan bi ser malên wan de girtiye.

Hate zanîn şêniyên gund navenda çetayan a li gund dorpêç kiriye.

(şx)