Li Helebê xeta azadiya jinê hat vegotin

Di civîna salvegera damezirandina KJK’ê de bal hat kişandin ku jinên Kurd li hemberî zîhniyeta zayendîperest û baviksalarî berpirsyariyek dîrokî girtiye ser milên xwe û hat xwestin ku hemû jin li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna yekpare bilind bikin.   

Li Helebê xeta azadiya jinê hat vegotin
Li Helebê xeta azadiya jinê hat vegotin
Li Helebê xeta azadiya jinê hat vegotin
Li Helebê xeta azadiya jinê hat vegotin
Li Helebê xeta azadiya jinê hat vegotin
Li Helebê xeta azadiya jinê hat vegotin
16 nîsan, 2024   16:22
HELEB

Bi minasebeta 19’emîn salvegera damezirandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) li taxa Şêxmeqsud a Helebê civînek hat lidarxistin. 

Civîna ku ji aliyê Kongra Star ve hat birêxistinkirin, li Salona Civînan a 8’ê Adarê hat lidarxistin û bi sedan rêveber û endamên jin ên partî, sazî û dezgehên herêmê tevlî bûn.

Di civîna ku ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser dîroka têkoşîna jinê û girîngiya wê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku KJK ji roja hatiye damezirandin heta niha ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîn dimeşîne û li hemberî zîhniyeta zayendîperest û baviksalarî berpirsyariyek dîrokî girtiye ser milê xwe. Di vê çarçoveyê de têkoşîna fikrî, çekdarî hatiye meşandin; xeta azadiya jinê ku îro li Çiyayên Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şênber bûye, encama vê têkoşînê ye.

Di axaftinan de hat bibîrxistin ku hêz û îradeya jinê ya niha derketiye holê, encama fikrên Rêber Abdullah Ocalan e û bang li hemû jinan hat kirin ku li ser van fikran yekrêziya xwe pêk bînin, têkoşîna xwe bilind bikin, ji lewre ev tê wateya azadiya hemû jinan. 

Civîn bi pêşandana sînevîzyona ku têkoşîna şehîdên jin ên Tevgera Azadiya Jinê vedibêje bi dawî bû.