Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin

Daîreya Parastina Mal û Milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermenan, rêveberiya dêr û weqfên kantona Reqayê teslîm birin.

Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin
Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin
Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin
Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin
Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin
Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin
Dêr û weqfên li Reqayê teslîmî Daîreya Parastina Mal û Milkan hatin kirin
16 nîsan, 2024   15:48
REQA

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mal û milkên xiristiyanên koçber û dêr û weqfên wan ên li kantona Reqayê radestî Daîreya Parastina Milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermenan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. 

Merasîma radestkirinê li Dêra Şehîdan a li rex Parka Reşîd a Reqayê li dar ket. Endamên Kongreya Îslama Demokratîk, oldarên misliman, Suryan, Asûr û Ermen, hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeyro, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Ebdulselam Hemsork, gelek rûspiyên kantonê, serokê Daîreya Parastina Mal û Milkên Suryan, Asur, Kildan û Ermenan Heznî Somî beşdarî merasîmê bûn.

Serokê Saziya Olî ya Kantona Reqayê û Tebqayê Îbrahîm El Iwês belgeya fermî xwend û wiha got: "Me erka xwe ya olî bi cih anî, mal û milkên dêrên Suryan, Asûr û Ermenan parastin û îro jî li gorî vê belgeyê em wan mal û milkan radestî Daîreya Parastina Milkên Xiristiyanan dikin ku nûnera gel û dêrên xwe yên li herêmê ye."

Di belgeyê de navnîşana mal û milkên hatine radestkirin, hatin bibîrxistin ku wiha ne:

Dêra Meryam Ezra ya Ermenên ortodoks a bi hejmara 554 hatiye qeydkirin.

Dêra El Bişara ya katolîk ku bi hejmara 145 hatiye qeydkirin.

Milkeke li herêma salat El Hucac.

Goristaneke li Til El Bîa ku bi hejmara 207410 hatiye qeydkirin.

Di pêvajoya duyemîn de dê di çend mehên bê de mal û milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermenan ên li Reqa û Tebqayê bên radestkirin.

Piştî radestkirinê, rayedarên Daîreya Parastina Mal û Milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermenan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûn cihên ku hatine radestkirin.

(şx)

ANHA