Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa li ser baregehên koalîsyon têk bir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan êrişeke berfireh a li dijî baregehên Koalîsyona Navneteweyî têk birin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa li ser baregehên koalîsyon têk bir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa li ser baregehên koalîsyon têk bir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa li ser baregehên koalîsyon têk bir
29 tebax, 2024   18:35
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Antî Teror (HAT) li gundewarê bajarê Hesekê û gundewarê bajarê Çilaxa 2 çalakiyên ewlehiyê li dar xistin.

Di çalakiyan de şaneyên çeteyan ên ku plan dikir li dijî baregehên Koalîsyona Navneteweyî êrişên berfireh pêk bînin, hatin girtin.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

"Di operasyoneke pêşîlêgirtinê de piştî nîvê şeva sêşemê (20'ê Tebaxê), cihê serçeteyê girûpê li gundê El Mîzar ê gundewarê Hesekê hate diyarkirin û hêzên me yên Dezgeha Ewlekariya Giştî û hêzên taybet ew girtin û di dema teftîşê û lêgerînê de ev tişt hatin dîtin:

Rokêtên xwecihî yên 107 mm (4)

Bingehên Rokêtan (4)

Heşweyên rokêtan

Di lêpirsîna destpêkê ya bi wî re, cihê 3 çeteyên ku bi wî re kar dikirin, aşkera kir ku li gundê El-Qasimiyê yê bajarê Çilaxa ne. Hêzên me yên taybet (HAT) û Dezgeha Ewlekariya Giştî bi ser wan de girtin, çete girtin, çek û cebilxaneyên bi wan re jî desteser kirin û wiha ne:

2 çekên klaşînkov

4 Cercûrên (mexzen) çekên klaşînkov

Rextê leşkerî

4 Telefon

Hêzên me berdewamiya şopandina her kesê ku ji bo pêkanîna çalakiyên ku ewlehî û aramiya herêmên me dike armanc û armanca wan têkdana aramiyê li wir dike, piştrast dikin."