Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo ku nan kêm nebe nanpêjxaneyên nû li hemû bajar û bajarokên kantonê vekirin.

Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir
Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir
Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir
Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir
Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir
Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir
Ji bo nan kêm nebe kantona Cizîrê tora nanpêjxaneyan berfireh kir
22 ÇILE, 2026   13:35
HESEKE

Di çarçoveya hewldanên ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn ên şêniyan de, saziyên xizmetguzariyê yên kantona Cizîrê 8 nanpêjxaneyên nû vekirin. Armanca vê yekê ew e ku pêdiviyên jiyana şêniyan zêde bike, bi taybet ji ber şert û mercên awarte û rewşa seferberiya giştî.

Bi vekirina van nanpêjxaneyan re, hejmara nanpêjxaneyên ku li kantonê dixebitin gihaştiye nêzîkî 160 nanpêjxaneyan.

Her wiha Meclisa Aborî û Çandiniyê, bi hevkariya Komîteya Nanpêjxaneyan, ji bo ku nanpêjxaneyên taybet bikarin 24 saetan bixebitin, mazot li nanpêjxaneyan belav kir.

Li aliyekî din li bajar û bajarokên kantonê komîteyên awarte hatine avakirin da ku rewşa li ser erdê bişopînin û dema ku hewce be zû têkevin nava tevgerê.

Der barê mijarê de endama rêveberiyê ya Nanpêjxaneya Çinar a li taxa El Salihiyê ya bajarê Hesekê Esmehan Ebdilxefûr diyar kir ku nanpêjxane ji saet 07:00’an heta 19:00’an dixebite û da zanîn ku deriyên nanpêjxaneyan ji bo welatiyan vekirî ne da ku hewcedariyên xwe yên nan peyda bikin.

(k)

ANHA