Çeteyan êrişî leşkerên Maliyê kirin: Herî kêm 10 kes hatin kuştin

Di êrişa çeteyên koma ‘‘Nesret El Îslam we El Muslimîn" ya li ser baregeha leşkerî ya bajarê Sanê yê naverasta Maliyê de 10 leşker hatin kuştin.

Çeteyan êrişî leşkerên Maliyê kirin: Herî kêm 10 kes hatin kuştin
9 tebax, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP‘ê ku agahiyên dispêre çavkaniyên xwecih, di êrişa li ser baregeha leşkerî ya bajarê Sanê yê naverasta Maliyê de bi kêmanî 10 leşkerên Maliyê hatin kuştin.

Rayedarekî xwecih got, êriş giran û bû sedema mirina leşkeran.

Çavknaiyekî ewlehiyê jî diyar kir ku bi kêmanî 10 leşker hatine kuştin û dibe hejmara kuştiyan zêdetir dibe.

Artêşa Maliyê der barê êrişê de tu daxuyanî neda.

Çeteyên "Nesret El Îslam we El Muslimîn" bi daxuyaniyekê êriş girt ser xwe.

(bb)