Hûsiyan êrişî parzûngeha petrolê ya Erebistana Siûdî kir

Koma Hûsiyan ragihand ku bi dronekê êrişî parzûgeheke girêdayî Aramco ya li Cazanê ya Erebistana Siûdî kiriye. Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûd jî da zanîn ku şewat di parzûngehê de çêbûye û tu birîndarî çênebûn.

Hûsiyan êrişî parzûngeha petrolê ya Erebistana Siûdî kir
9 tebax, 2026   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Hûsiyên a Yemenê îro ragihand ku wê bi dronê êrişî parzûngeheke petrolê ya Aramco ya li Cazanê kiriye. Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî jî piştrast kir ku li parzûngehê şewatek derket, hat kontrolkirin û tu birîndarî nehatin tomarkirin.

Ev êriş, piştî 2 rojan ji îmzekirina peymana parastinê di navbera Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de pêk hat.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî der barê mijarê de daxuyaniyek li ser X’ê weşand û got Koma Hûsiyan bi dronekê êrişî parzûngeha Cazan kiriye û anî ziman ku hîna zelal nebûye ku wê Tirkiye yan Pakistan tev li bersivdana Siûdî ya li dijî êrişên dawî bibin an na.

(f)