Di şerê eşîran de 2 kes hatin kuştin

Di encama şerê eşîran ê li Humsê de 2 kes hatin kuştin û 17 kes birîndar bûn.

Di şerê eşîran de 2 kes hatin kuştin
9 tebax, 2026   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro taxa Beyada ya bajarê Humsê û derdora girtîgeha navendî ya bajêr de şerek di navbera eşîran de derket.  Hate zanîn ku di şer de 2 kes hatin kuştin û 17 kes birîndar bûn ku di nav de jin û zarok hene.

Hêzên ewekariyê hin kesên beşdarî şer bûne, bin çav kirin û operasyonê lêgerîna li kesên din didomînin.

Li gorî agahiyan,  nakokî 7‘ê Tebaxê di şahiya dawetekê ya li gundê Kefer Ayayê de derket û di her du rojên dawîn de (8 û 9‘ê Tebaxê) de veguherî şerekî çekdarî. Di şer de gule û bomeyên destan hatin bikaranîn.

(bb)