Çeteyan dibistan veguherand mewziya êrişan

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ku destekê ji dewleta Tirk digirin, dibistaneke li beramberî taxa Şêxmeqsud dagir kir û veguherand kozika (Mewzî) êrişan.

Çeteyan dibistan veguherand mewziya êrişan
8 ÇILE, 2026   10:43
HELEB

Çeteyên ku ji 6’ê Çileyê ve êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê dikin, ji bilî êrişên hovane yên li ser sivîlan û malên wan, êdî dibistanan jî dikin cihên êrişan. 

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, çeteyan dibistaneke li beramberî taxa Şêxmeqsud dagir kir û veguherand kozika êrişên dijî herdu taxan.

Di dîmenên hatine kişandin de, tê dîtin ku çete ketine dibistanê û dengê çekan tê.

(ekîp)

ANHA