Êrişa çeteyên hikumeta demkî têk çû 4 wesayit hatin ruxandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ragihand ku hêzên wan îro sibê êrişeke çeteyên hikumeta demkî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrerfiyê têk bir.

Êrişa çeteyên hikumeta demkî têk çû 4 wesayit hatin ruxandin
8 ÇILE, 2026   10:41
HELEB

Hêzên ewlekariya Hundirîn li Helebê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro sibê "bi gelek wesayitên ku bi çekên giran barkirî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êriş pêk anîn û xwestin têkevin taxan". 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êriş "rastî berxwedaniya gel û Hêzên Ewlekariya Hûndir ên taxan hatin. "

Li gorî daxuyaniyê di encama pevçûnan de êriş têk çûn û hatin şikandin, 4 wesayîtên çekên giran ên çeteyan hatin ruxandin û gelek çete hatin kûştin û birîndarkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku topbaran çeteyan li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrerfiyê û Benî Zêd dewam dike.

(k)