Çeteyan 2 birayên hev li Şehbayê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 birayên hev, ji gundê Nêrviyê yê herêma Şehbayê revandin.

Çeteyan 2 birayên hev li Şehbayê revandin
12 kanûn, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyên bi navê Xalid Ehmed Welo (45) û birayê wî Ziyad Ehmed Welo (39) ji gundê Nêrbiyê yê herêma Şehbayê revandin.

Li gorî rêxistinê aqûbeta her du kesên revandî hîna ne diyar e.

Çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî binpêkirinên li dijî şêniyan dewam dikin.

(k)