Artêşa Îsraîlê êriş bir ser binesaziya Hizbullahê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan êrişeke hewayî biriye ser navendeke perwerdeyê ku yekîneyên "Hêza El Ridwan" ên girêdayî Hizbullahê bi kar tîne.

Artêşa Îsraîlê êriş bir ser binesaziya Hizbullahê
12 kanûn, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişên hewayî li dijî deverên çiyayê El Refî, derdora bajarokên Secid, El Rîhan û Eremetê û Cibaa pêk anîn û li hin deverên li başûrê welêt jî êriş biriye ser binesaziya Hizbullahê.