Çete xeracê ji welatiyan distînin

Li bajarê Mabata yê Efrînê, çeteyên koma El Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xeracê ji welatiyan distînin.

Çete xeracê ji welatiyan distînin
22 tebax, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku li bajarê Mabata yê Efrînê çeteyên koma Silêman Şah (Emşat) bi hevkariya endamê "Meclisa Xwecih" ya dagirkeran Arif Mihemed Elî Bîlal (Arifê guhjêkirî) 100 dolar xerac ji her malekê distînin.

Çavkanî da zanîn kir ku xerac bi hinceta ku şêniyên bajar destekê didin Xezayê, tên standin.

Li gorî heman çavkaniyan çeteyan 24 roj dem daye şêniyan ku xeracan bidin û diyar kir ku çeteyan gef li welatiyan xwariye ku eger xeracan dereng bixin an jî nedin dê werin revandin, îşkence li wan bê kirin.

Çavkanî da zanîn ku çeteyên koma navborî ku ji bo standina xeracê tevgerên xwe li bendên kontrolê zêde kirin, nasnameyên welatiyan û lîsteya navên malbatên ku xerac nedane tînin ber hev û kesên ku xerac nedane direvînin.

Beriya demekê çeteyên El Emşat li bajarên Şiyê û Mabatayê xerac li ser milkên welatiyan standibûn. Ji bo her dareke behîvan 500 lîreyên tirkî, ji bo her bîrekê 300 dolar û ji xwediyên dikanan jî 200 dolar standin.

(bb)

ANHA