11 filistînî hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li bakurê Xezayê de 11 filistînî hatine kuştin.

11 filistînî hatin kuştin
22 tebax 2024   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand artêşa Îsraîlê berbanga îro devera Beyt Lahiya ya li bakurê Xezayê kir hedef. WAFA’yê diyar kir ku di êrişê de jin û zarok jî di nav de 11 filistînî hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bû.

Heman ajansê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora goristana Ebû Ubeyda û bircên li rojhilatê bajarê Dêr Belehê bi dijwarî bombebaran kirin. Her wiha ragihand ku li rojavayê kampa Nisêratê jî ya naverasta Xezayê malek bombebaran kir. WAFA’yê da zanîn ku di her du êrişan de jin û zarok jî di nav de hejmarek welatî hatin kuştin.

Li gorî heman ajansê, artêşa Îsraîlê taxa Sebra ya li başûrê Xezayê bi obîsan kire hedef û hejmarek welatî birîndar kirin.

)bb)

ANHA