Çete ketin kemînê: Gelek windahiyên wan hene

Hat ragihandin ku komên çete yên ku hewl dan bikevin taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, ketin kemîna Hêzên Ewlekariyê û gelek windahî dan.

Çete ketin kemînê: Gelek windahiyên wan hene
8 ÇILE, 2026   11:34
HELEB

Li gori agahiyên ku nûçegihanan ji herêmê ragihandine, komên çeteyan îro (8 Çile) saet derdora 10.00’an, ji aliyê Çerxerêya Şêxan ve, bi tangek û 5 wesayîtên ku çekên doçka li ser hatine barkirin, êrişî Şêxmeqsud û Eşrefiyê bikin. 

Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariyê ew xistin kemînê û derbeyên giran li wan xistin. Li gorî agahiyan di encama pevçûnan de wesayîteke çeteyan a ku doçka li ser barkirî bû, bi temamî hat rûxandin. Her wiha gelek kûştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

GIRÊ KASTELO

Nûçegihanan ragihandin ku hemwextî vê êrişê, çeteyan ji aliyê Girê Kastelo ve jî êrişek pêk aniye, hêzên ewlekariyê bersiva tund daye, êriş têk biriye.

Her wiha li derdora Nexweşxaneya Yewnanî çeteyek hat kuştin. Çeteyên êrişkar, cenaze li erdê hişt û reviyan.  

Hat ragihandin ku li Kastelo û Çerxerêya Şêxan şer û pevçûn berdewam dikin.

Bombebarana çeteyan a bêseruber ku sivîlan dike hedef jî  berdewam e.