Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de sivîlekî din birîndar bû

Di encama êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de sivîlekî din jî birîndar bû.

Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de sivîlekî din birîndar bû
8 ÇILE, 2026   11:39
HELEB

Di encama êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de şêniyê bi navê Ehmed Ebdilxenî yê 65 salî  birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Di êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd û Benî Zêde de ku ji 6`ê çileyê dest pê kirin, heta niha 5 sivîl şehîd bûn, 58 jî birîndar bûne.

(k)

ANHA