CENTCOM’ê berê 64 keştiyan guhert

CENTCOM’ê daxuyand ku wê di çarçoveya operasyona deryayî ya“dîwarê pola” ya li dijî Îranê de berê 64 keştiyên bazirganiyê guhert, 3 keştî xerab kirine û 2 jî kontrol kirin.

CENTCOM’ê berê 64 keştiyan guhert
17 tebax, 2026   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê X‘ê weşandiye ragihand ku hêzên wê di çarçoveya operasyona deryayî ya “dîwarê pola” ya li dijî Îranê de berê 64 keştiyên bazirganiyê guhertin, 3 keştî xerab kirin û 2 keştiyên din jî kontrol kirin.

CENTCOM’ê diyar kir ku armanca ji operasyonê ku heya îro dom kir ew e ku keştî werin neçarkirin ku li gorî biryarên wê tev bigerin.

Fermandariyê wêneya helîkopterek MH-60 ya hêzên xwe yên deryayî dema li ser dekê keştiya hilweşîner USS Mason (DDG-87) difiriya parve kir.

(f)