Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ya ku HRRK’ê organîze dike bal kişand ser bîrdanka çanda bajêr, mîrasa wê ya dîrokî û pirrengî û xurtkriina dîmena çandê.

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî dest pê kir
17 tebax, 2026   22:47
QAMIŞLO

Bi boneya sedsaliya damezrandina bajarê Qamişloyê, Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir. Mîhrîcan ji aliyê HRRK‘ê ve û bi sponseriya Nûçe Tv û Kanal El Yaum ve hatiye organîzekirin.

Çalakiyên roja yekemîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin. Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê HRRK’ê Kemal Necim ve hat kirin. Necim bajarê Qamişloyê bi paytexta rewşenbîran bi nav kir û destnîşan kir ku mîhrîcanê qadeke çandê ya fireh ku dê balê bikişîne ser girîngiya Qamişlo, dewlemendî û pirrengiya wê ya çandî.

Endamê Desteya Rêveber a HRRK’ê Mehmûd Ebdo panelek bi sernavê “Bîrdana Qamişlo ya Çandî” bi rê ve bir. Nivîskar û rewşenbîrên bi navên Ebas Ebas, Bizor Mehmûd û Xalis Misewer beşdar bûn. Beşdaran behsa dîroka bajêr û guhertinên li ser astên civakî, çandî û hunerî çêbûne kirin.

Ebas mijara xwezaya têkiliyên civakî û çandî ya Qamişloyê şîrove kir û diyar kir ku bajar ne tenê erdnîgariyeke ye lê çîrok, ziman û eywanên wêjeyî ye.

Mehmûd jî bal kişand ser nasnameya çandî û zimanî û bandorên wan li ser jiyana şêniyan û diyar kir ku nasnameya cih girêdayî şêniyên wê ye. Her wiha bal kişand ser qonaxên pêşketina hunera Kurd li Cizîrê û Qamişloyê nexasim jî di salên 1980’an de.

Misewer jî behsa qonaxa astengiya bikaranîna zimanê Kurdî di axaftin û nivîsandinê de kir, her wiha behsa qelsbûna berhemdan û belavbûna pirtûkên çandî yên Kurdî kir û li kêleka wê jî got di salên borî de asta çalakiyên çandî bi rêya derxistina pirtûkan, birêxistinkirina semîner û şevbuhêrkan zêde bûye.

Dûre beşdaran pirs û nêrînên xwe anîn ziman û bal kişand ser rewşa tevgera çandî li Qamişloyê û rêbazên piştgiriya wê û girîngîdayîna belgekirina bîrdanka bajêr û parastina mîrasa wî ya çandî û pirrengiyê.

Piştî panelê şevbuhêrkeke helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî hat lidarxistin. Di şevbuhêrkê de helbestvan Zelûx Bekir, Diyala Elî, Mehmûd Ebdo, Eycan Gewrê, Nisrîn Ebas û Ebdurehman Silo helbest xwendin.

Çalakiyên Mîhrîcanê heta 21’ê Tebaxê dewam dikin û wê di mîhrîcanê de panel, şevbuhêrk, îmzekirina pirtûkan û çalakiyên dîtir werin pêşandan.

(f)