PYD‘ê êrişa li ser Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir

PYD‘ê der barê êrişa li ser Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji bo hikumet û gelê Başûrê Kurdistanê nîşan da.

PYD‘ê êrişa li ser Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir
17 tebax, 2026   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa li ser Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanêşermezar kir û bi "êrişa li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, îrade û destkeftiyên gelê wê" bi nav kir.

Di daxuyaniyê de gotin, ev êriş di bingeh de êrişek li ser Rojavayê Kurdistanê,  îradeya gel û xwestekên wan ên ji bo azadî û aramiyê ye.

PYD‘ê piştgiriya xwe bi serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumet û gelê herêmê anî ziman û hêviya aramî ji Başûr û tevahiya gelê Kurd re xwest.