CENTCOM: 5 balafirên bêmirov ên Hûsiyan hatin bêbandorkirin

CENTCOM’ê ragihand ku 5 balafirên bêmirov ên Hûsiyan li Deryaya Sor bê bandor kirine.

CENTCOM: 5 balafirên bêmirov ên Hûsiyan hatin bêbandorkirin
28 sibat, 2024   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand: "Sêşemê balafirên Amerîka û keştiya şer a koalîsyonê 5 balafirên bêmirov ên Hûsiyan bê bandor kirine ku ji herêmên Hûsiyan ên li Yemenê rabûbûn."

CENTCOM`ê di daxuyaniya xwe de wiha domand: "Balafirên bêmirov li ser keştiyên bazirganiyê û hêzên deryayî yên Amerîkayê û keştiyên Koalîsyonê yên li Deryaya Sor gef bûn."

Dezgehên çapemeniyê yên Hûsiyan jî ragihand ku Amerîka û Brîtanyayê êrişî baregehên wan ên li girava Lîwan a parêzgeha Hudeydeyê kiriye.

Li gorî çavkaniyên ji Yemenê, Amerîkayê êrişî herêma beravî ya El Cah a li başûrê Hudeydeyê kiriye.

Hûsiyan sêşemê ragihandibû ku li êrişên xwe yên bi moşekan û balafirên bêmirov li Deryaya Sor ranewestînin heta Îsraîl şerê li dijî Xezayê ranewestîne.

(şx)