Şehîdên meha Sibatê û Adarê hatin bîranîn

28 şehîdên ku di mehên Sibat û Adarê de li cih û demên cuda şehîd ketine, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Şehîdên meha Sibatê û Adarê hatin bîranîn
Şehîdên meha Sibatê û Adarê hatin bîranîn
Şehîdên meha Sibatê û Adarê hatin bîranîn
Şehîdên meha Sibatê û Adarê hatin bîranîn
28 sibat, 2024   13:02
Qamişlo

Ji bo bîranîna 28 şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê a kantona Cizîrê merasîmek li hola Partiya Yekitiya Demokratîk li dar xist.

Li holê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên 28 şehîdan hatibûn daliqandin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî. Cewahir got: "Divê li beramberî siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker ku li ser herêmên me dimeşîne, em şiyar bin.”

Di dewama axaftina xwe de Cewahir Osman got: “Rêya ku şehîdan daye destpêkirin em ê jî wek malbatên şehîdan dewam bikin. Destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, em ê biparêzin.”

Di dawiyê de Cewahir Osman diyar ku ew ê wek malbatên şehîdan piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin û projeya neteweya demokratîk bi ser bixin.

Merasîm bi sînevîzyonekê û xwendina wesîqeyên şehîdan bi dawî bû.

(ex)

ANHA