Însiyatîfa Nûn bang li CPT’yê kir: Rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan helwesta CPT’yê û neçûyîna wê ya Îmraliyê şermezar kir û bang li saziyên hiqûqî yên NY`yê kir ku demildest serdana Îmraliyê bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.

Însiyatîfa Nûn bang li CPT’yê kir: Rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike
28 sibat, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî helwesta CPT`yê ku di Sibatê de serdana Tirkiyeyê kir û neçû Îmraliyê, daxuyaniyek da û diyar kir ku ev helwest nîşan dide ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hevkar in û ji edaletê dûr ketine.

Însiyatîfê di daxuyaniyê de got: "Ruxmî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dîlgirtina nerewa û sûcên sîstematîk ên ku desthilata Tirkiyeyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, lê belê civata navneteweyî, rêxistin û saziyên wê tu helwesteke cidî li hember van sûcan nîşan nedaye."

Însiyatîfê helwesta CPT û neçûyîna wê ya Îmraliyê şermezar kir û diyar kir ku ev helwest nîşan dide ku her kes li dijî Rêber Abdullah Ocalan hevkar in û ji edaletê dûr ketine û tenê li berjewendiyên desthilata Tirk digerin.

Însiyatîfê di dawiya daxuyaniyê de got: "Divê CPT bilez serdana Îmraliyê bike, rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike nemaze ku li herêmê diyardeyên xwezayê yên xetere rû didin wek erdhejan. Ji ber wê divê CPT û saziyên din rewşa rast a Rêber Abdullah Ocalan ragihînin. Rxmî helwestên navneteweyî yên şermûk, em dev ji piştevaniya doza adil a Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî bernadin."

(şx)

ANHA