CENTCOM: 10 êrişên asmanî li dijî DAIŞ'ê nava Sûriyê pêk hatin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di çarçoveya Operasyona 'Hawk Eye Strike' de 10 êrişên esmanî li ser zêdetirî 30 cihên DAIŞ'ê li Sûriyeyê pêk anîn. CENTCOM ragihnd ku di encama operasyonên 2 mehan de nêzî 50 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin û kuştin û depoyên çekan û binesazî hatin wêrankirin.

CENTCOM: 10 êrişên asmanî li dijî DAIŞ'ê nava Sûriyê pêk hatin
14 sibat, 2026   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di navbera 3 û 12'ê Sibatê de 10 êrişên esmanî li ser zêdetirî 30 hedefên DAIŞ'ê li Sûriyeyê pêk anîne.

CENTCOM diyar kir ku di êrişan de binesaziya DAIŞ'ê û depoyên çekan bûne armanc.

Hêzên CENTCOM di navbera 27'ê Çile û 2'yê Sibatê de 5 êrişên din pêk anîbûn, ku cihekî ragihandinê, navendeke lojîstîkê û depoyên çekan ên DAIŞ'ê kirin armanc.

Di 2 mehên operasyonan de, zêdetirî 50 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û girtin, her wiha zêdetirî 100 deverên binesaziyê bi karanîna bi sedan teqemeniyan hatin hedefgirtin.

(ac)

ANHA