Înîsiyatîfa "Nûn" daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir

Înîsiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên wî yên yasayî û mirovî kir.

Înîsiyatîfa "Nûn" daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir
14 sibat, 2026   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan, di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a 15'ê Sibatê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "tecrîda li ser Ocalan li girtîgeha Îmraliyê binpêkirineke eşkere ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, paşguhkirina pêşniyarên Komîteya li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê û biryarên Dadgeha Ewropayê ye."

Înîsiyatîfê dyar kir ku berdewamiya vê rewşê ne tenê bandorê li ser Ocalan bi awayekî şexsî dike, lê di heman demê li dijî pergala hiqûqî ya navneteweyî  ye û polîtîkayên cezakirina kolektîf û dûrxistina siyasî rewa dike.

Înîsiyatîfê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û daxwaz kir ku saziyên navneteweyî berpirsiyariya xwe bigirin ser xwe û raya giştî ya cîhanî jî sînora bêdengiyê bişkînin.

Înîsiyatîfa Nûn di dawiyê de diyar kir ku her pêvajoyek aştiyê ya rastîn li herêmê bêyî bidawîkirina siyaseta tecrîdê bi ser nekeve.

(ac)

ANHA