Gerîlayê HPG’ê Zeynep û Şakîr di dorpêça polîsan de hatin oxirkirin

gerîlayên HPG û YJA Starê Şakîr Erdemcî û Zeynep Ozkan yên li Çiyayê Mawa şehîd bibû, di bin dorpêça polîsan de hatin oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Zeynep û Şakîr di dorpêça polîsan de hatin oxirkirin
22 hezîran, 2024   12:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan li navçeya Basa ya Şirnaxê û endamê HPG’ê Şakîr Erdemcî jî li Goristana Guneykentê ya bajarê Tirkiyê ya Mêrsînê di dorpêça polîsan de hatin oxirkirin.

Endama YJA-STAR'ê Zeynep Ozkan 18'ê hezîranê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê ya bakurê Kurdstanê şehîd bû. Malbatê duh cenazeyê keça xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa Şirnexê. Rêveberên MEBYA-DER'ê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn.

Mêrsîn 

Endamê HPG’ê Şakîr Erdemcî 18'ê hezîranê li Çiyayê Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê şehîd bû Malbatê duh cenazeyê lawê xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir Mêrsînê. Tenê destûra 4 ferdên malbatê hat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin. Cenaze di dorpêçê de li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslara Mêrsînê hat oxirkirin.