Li Siwêdayê 3 efser hatin destgîrkirin

Hêzên hikumeta Şamê li Siwêdayê rûspiyek destgîr kir. Çekdarên xwecih jî wekî bersiv 3 efserên hikumeta Şamê destgîr kirin.

Li Siwêdayê 3 efser hatin destgîrkirin
22 hezîran, 2024   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê duh rûspiyekî bajarê Siwêdayê yê bi navê Şêx Raîd El Metnî destgîr kir. 

Li gorî SOHR’ê, çekdarên xwecih li hemberî destgîrkirina rûspî, 3 efserên hikuma Şamê destgîr kirine.

Ji duh bi şev ve, çekdarên xwecih li kolanên Siwêdayê û rêya Qada Kerameyê belav bûne.

(bb)