Şêxê qebîleya El Cibûr: Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye

Şêxê qebîleya El Cibûr Deham Ebdulezîz El Mislit  çend caran bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye got: "Abdullah Ocalan dostê pêkhateyê Ereb e. Sembola aştî û azadiyê ye û xwedî fikr û felsefeyeke mezin e."

Şêxê qebîleya El Cibûr: Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye
Şêxê qebîleya El Cibûr: Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye
Şêxê qebîleya El Cibûr: Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye
22 hezîran, 2024   11:24
HESEKÊ

Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li gel şêx û rûspiyên Ereb ku 29’ê Gulanê dabû destpê kirin de, serdana şêxê qebîleya El Cibûr Deham Ebdullezîzî El Mislit kir.

Berdevkê Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur, endamên înisiyatîfê Fûad Çolî û Ebdulîlah Erebo, sekreterê giştî yê Partiya Muhafezkaran Ekrem Mehşûş serdana mala şêxê qebîleya El Cibûr Deham Ebdullezîz El Mislit a li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê kir.

Ferzende Munzur bal kişand ser armanca pêngava naveteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd.

Şêx Deham Ebdulezîz El Misliet diyar kir ku wî çend caran bi Rêber Abdullah Ocalan re li Sûriyeyê hevdîtin kiribû û got: "Rêber Abdullah Ocalan dostê pêkhateyê Ereb e. Xwediyê fikr û felsefeyeke mezin e, sembola azadî û aştiyê ye."

Şêx Deham Ebdulezîz El Mislit destnîşan kir ku beriya ragihandina pêngava navneteweyî wan gelek name ji dadgehên Ewropa û DYA’yê re şandine da ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin.

Şêxê qebîleya El Cibûr Deham Ebdulezîz El Mislit bang li aliyên ewropî û navneteweyî kir ku planeke nû ya jinûve darizandina Rêber Abdullah Ocalan deynin û ji pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.

(bb)

ANHA