Cenazeyê şehîdê Çapemeniya Azad li Qendîlê spartin axê

Cenazeyê şehîdê Çapemeniya Azad, têkoşer û rojnamevan Azîz Koyluoglu bi beşdariya gelek welatparêz, malbatên şehîdan, rojnamevan û çalakvanan li Şehîdgeha Binarê Qendîlê bi merasîmekê bi heybet hat veşartin.

Cenazeyê şehîdê Çapemeniya Azad li Qendîlê spartin axê
14 sibat, 2025   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê şehîdê Çapemeniya Azad, têkoşer û rojnamevan Azîz Koyluoglu ku di 27’yê Çileyê de li Ranya di encama bombebarana balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, îro bi beşdariya gelek welatparêz, malbatên şehîdan, rojnamevan û çalakvanan li Şehîdgeha Binarê Qendîlê bi merasîmekê bi heybet hat veşartin.

Di merasîma spartina axê ya rojnamevan Şehîd Azîz Koyluoglu de, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axivî û wiha got; “Em weke Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, em xwe di ber têkoşîn, armanc û bicih anîna xeyalên azadiyê yên hemû şehîdan de berpirsyar dibînin. Di kesayetiya Şehîd Azîz Koyluoglu de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bibîr tînîn, rêz û hurmetên xwe ji bo hemû kes û têkoşerên ku li ser şopa şehîdan dimeşin û têkoşîna wan bilind dikin, nîşan didin.”

Wehab Ehmed di dawiyê de got, ew careke din weke Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, soza bilindkirina têkoşîna azadiyê, şopandina rêya azadiyê ya şehîdan didin û ewê heta serkeftinê şopdarê doza azadiyê ya şehîden Kurdistanê bin.

Li ser navê Çapemeniya Azad Hewar Mihemed daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk a dagiker bi armanca tinekirina gelê Kurd sed salî bi erd û esman hewl da rastiyan veşêre û dengê azadiyê qût bike û ev anî ziman: “Ji bo gihiştina vê armancê jî ji şehîdkirina rojnamevanan xwe neda alî û hemû pîvanên mafê mirovan bin pê kir. Li ber çavê cîhanê dest bi rijandina xwîna rojnamevanan kiriye.”

Mihemed anî ziman ku di nava çend mehên borî de Rojnamevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û gelek rojnamevana hatin şehîdkirin û got: “Ev yek nîşan dide bê ka çiqas ji dengê azad ditirsin. Herî dawî 27’ê Çileya îsal li Çarqûrne êriş bire ser hevrêyê me Rojnamevan Azîz Koyluoglu û şehîd kirin. Azîz Koyluoglu xwedî daneheviyeke 25 salî ya karê rojnamevanî hebû.”

Herî dawî Mihemed got: “Em weke rojnamevanên azad heta dawî li ser rêya heqîqetê bimeşin, emê bibin deng û rengê heqîqetê ku dagiker dixwazin bêdeng bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye 27’ê Çileya îsal dewleta Tirk a dagirker li gundê Girdecanî ya ser bi navçeya Ranya ya girêdayî îdareya Raperîn bombe li têkoşer û rojnamevan Azîz Koyluoglu barand û şehîd kir.