Çêkirina zerûban li Dêrazorê hê jî zindî ye

Hisên El Xebra bi hevjîn û kurê xwe re sibehan berê xwe didin beravên cemê Firatê yên li bajarê Hecînê û qamîşan kom dikin da ku jê hesîran çêkin ku bi navê zerûb tên naskirin.

Çêkirina zerûban li Dêrazorê hê jî zindî ye
Çêkirina zerûban li Dêrazorê hê jî zindî ye
Çêkirina zerûban li Dêrazorê hê jî zindî ye
Çêkirina zerûban li Dêrazorê hê jî zindî ye
Çêkirina zerûban li Dêrazorê hê jî zindî ye
27 mijdar, 2024   06:10
DÊRAZOR
EHMED SEMHAN

Çêkirina hesîrên qamîşê, li kantonên Dêrazor û Reqayê pîşeyeke kevnar e û beşeke çanda herêmê ye. Hesîrên qamîşê yan jî mîna li herêmê bi navê ‘zerûb’ tên naskirin, pê kon tên xemilandin.

Îro tenê di banên axî de yan jî wek çît an jî hûlik li pêşiya dikan û malan tên bikaranîn.

Ev pîşe, beşeke nasnameya çandî ya herêmê ye ku bi destê jinan tê çêkirin.

Qamîş li beravên çemê Firatê û cokên avdaniyê şîn tên. Hesîr bi destan û ji qamîş tê çêkirin.

Hisên El Xebra yê ji bajarê Hecînê dibêje ku ev pîşe gelekî kenvar e û wiha lê zêde dike: "Ez ji bavê xwe fêr bûm ku niha jêdera qûta malbata min e. Çêkirina hesîrên qamîşê ne tenê kar e, lê kevneşopek e ku divê em wê biparêzin."

El Xebra yê 65 salî bi hevjîn û kurekî xwe re zerûban çêdike. Ev kar ji bo malbata wî ya ji 12 kesan pêk tê, jêdera debara jiyanê ye.

El Xebra wiha behsa çêkirina zerûban kir: "Em qamîş ji beravên çemê Firatê kom dikin. Qaşûla wê jê dikin heta dimîne darikên hişk. Dûre li ser 2 stûnan ku bi 2 metre û nîv ji hev dûr in, darikan rêz dikin û li gorî daxwazê deziyên rengîn bi kar tînin û qamîşan dihûnin ta ku dibe zerûb."

Hisên El Xebra rojane 2 yan 3 zerûban li gorî pêwîstiya sûkê yan jî daxwazê çêdike. Her zerûbekê bi 120 hezar lîreyan difiroşe.

El Xebra wiha domand: "Ev pîşe ji bo min û jiyana malbata min bingehîn e. Ez wê ji bavê xwe fêr bûme. Ji bo gelê herêmê jî kevneşopek e.”

Di dawiyê de El Xebra got: "Divê em ê vê pîşeyê biparêzin. Ji ber ku beşeke sereke ya nasnameya me ye. Em nikarin dev jê berdin. Em ê vê pîşeyê fêrî zarokên xwe bikin ji bo ku winda nebe."

(şx/k)

ANHA