Eyşe Efendî: Têkoşîna bi saya tevgera Apoyî berhemên xwe dide

Eyşe Efendî diyar kir ku bi saya PKKˈê gelê Kurd li dijî desthilatdaran dest bi têkoşîneke demdirêj kiriye û ew têkoşîn êdî berhemên xwe dide.

Eyşe Efendî: Têkoşîna bi saya tevgera Apoyî berhemên xwe dide
27 mijdar, 2024   04:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Bi minasebeta 27`ê Mijdarê salvegera 46ˈan a damezırandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kobanê Eyşe Efendî ji ANHA`yê re axivî. Eyşe Efendî ev roj li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê pîroz kir.

Eyşe Efendî wiha axivî: “Rêber Apo bi çend kesan li gundê Fîsê yê li Licê hereketa azadiyê dest pê kir. Dema ku hereketa Apoyî dest pê kir, tenê çend mal li Kobanê hebûn. Lê me bawer nedikir ku gelê Kurd bigihêje vê astê. Keda bi rihê Apoyî hêz û moral da me.”

Eyşe Efendî bi bîr xist ku beriya avabûna PKKˈê gelê Kurd “wek laşekî mirî bû” û wiha domand: "Dagirkeran Kurdistan kir çar parçe û desthilata xwe li ser Kurdan dimeşand. Gelê Kurd her tim di nava pencên qirkirinê re derbas dikirin û wekî laşekî mirî bû ku nedikarî li ber xwe bide. Lê bi saya PKKˈê û hereketa Apoyî gelê Kurd xwe nas kir, li dijî desthilatdariyê serî hilda û têkoşîn kir.”

Eyşe Efendî destnîşan wiha pê de çû: “Rêber Apo rih da gelê Kurd. Rêber Apo mîmarê PKK`ê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê jinan bi saya felsefeya Rêber Apo xwe gihand hev û têkoşîn kir. Jinan di şerê Kobanê de hebûna xwe îsbat kir û got ez heme û ez ê hebim û têkoşîna xwe mezintir bikim.”

Eyşe Efendî bi bîr xist ku PKKˈê di pêvajoya avabûnê de gelek zehmetî derbas kirin û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Me bi awayekî veşartî kar dikir. Meh bi meh me civîn ji gel û malbatên welatparêz re çêdikirin û alîkarî ji PKKˈê re kom dikir. Tevî ku me di nava zor û zehmetiyan de kar dikir lê xweşiya kar pir bû. Ji ber ku PKK li ser bingeha felsefeya Rêber Apo hatibû damezirandin."

(bb)

ANHA