Çekdarên hikûmeta veguhêz rê nadin ku kehrebe bigihêje Siwêdayê

Aloziya kehrebeyê li Swêdayê xirabtir bû piştî ku komeke çekdar a hikûmeta veguhêz rê li ber tîmên sererastkirina kehrebeyê girtin û alavên wan ên teknîkî li gundewarê Derayê desteser kirin, lewma kehrebe li ser bajêr qutkirî ma.

Çekdarên hikûmeta veguhêz rê nadin ku kehrebe bigihêje Siwêdayê
11 tebax, 2025   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Alavên tîma serarastkirina kehrebeyê ku xeta sereke ya Siwêdayê sererast dikirin ji aliyê komeke çekdar a hikûmeta veguhêz a Şamê ve hate desteserkirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), piştî ku tîmên sereraskirina kehrebeyê Siwêdayê xeta li rojavayê bajarê Siwêdayê kontrol kirin, xeta kehrebeyê ya 66 KV ku li aliyê Derayê ye, xirabe bûbû. Bi Şîrketa Kehrebeyê ya Derayê re têkilî hate danîn, li ser wê tîmên teknîkî şandin da ku wê xetê sererast bikin.

Her wiha berî ku tîmên sererastkirinê dest bi xebatê bikin, komeke çekdar a hikûmeta veguhêz êrişî wan kir, alavên wan desteser kir û rê nedan ku karê xwe berdewam bikin, di encamê de li Siwêdayê kehrebe bi tamamî qut bûye.

Hate zanîn ku herêma ku bûyer lê qewimiye, di bin kontrol hêzên ewlekariya giştî yên hikûmeta veguhêz ya Şamê de ye.

(ac/şx)

ANHA