Hevserokê KNK’ê: Bangê zemînê dan û standina yekitiyê ava kir

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus bal kişand ser girîngiya banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya Kurd û wiha got “Bangê kelecaneke mezin di nava gelê Kurdistanê û dostên Kurdan de çêkir. Hêviyeke mezin û zemînê dan û standinan ava kir.”

Hevserokê KNK’ê: Bangê zemînê dan û standina yekitiyê ava kir
12 tebax, 2025   02:55
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya Kurdan, di rewşa Rojhilata Navîn de girîngiya yekitiya Kurdan, asta xebatên yekitiya Kurdan û astengiyên li pêşiya xebatan, ji ajansa me re axivî.

Ahmed Karamus anî ziman ku her tim Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd kedeke mezin daye û israr kiriye û wiha domand: “Jixwe bi ked û israra birêz Abdullah Ocalan KNK hat damezirandin. Niha jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê pêvajoyeke stratejîk daye destpêkirin.”

‘BANGA BIRÊZ ABDULLAH OCALAN ZEMÎNÊ DAN Û STANDINAN AVA KIR’

Ahmed Karamus bal kişand ser girîngiya bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya kurdî û wiha got: “Taybet di guherînên li Rojhilata Navîn û di pêvajoya diyalogê ya di navbera Tevgera Azadiyê û dewleta Tirk de bangeke pir girîng e. Di vê pêvajoyê de birêz Abdullah Ocalan cihekî taybet daye yekitiya Kurdan û divê demildest gelê Kurdistanê di asta her çar parçeyan de yekitiya xwe çêkin û bibe mijara herî sereke.”

Ahmet Karamus bandora banga Rêber Abdullah Ocalan a li ser Kurdan û qada navneteweyî kir û wiha axivî: “Bangê kelecaneke mezin di nava gelê Kurdistanê û dostên Kurdan de çêkir. Hêviyek mezin û zemînê dan û standinan ava kir. Zemîn ji berê pir bihêztir e û herkes cidî nêz dibe. Di nava dostên Kurdan de jî hêviyek mezin ava kir.”

‘DÊ DERFETEKE DÎROKÎ JI DESTÊ KURDAN HERE’

Ahmet Karamus guherînên li Rojhilata Navîn bi bîr xistin û wiha bang li Kurdan kir: “Ev guherîna Rojhilata Navîn ji salên 90’î ve dest pê kiriye. Piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Iraqê, piştî wê ya Esad, lawazbûna Îranê û tirsa Tirkiyeyê, em gihaştin qonaxa çareseriya pirsgirêka Kurd. Bê guman tevahî hêzên herêmî û gerdûnî li pey berjewendiyên xwe ketine. Ji bo Kurdan jî derfeteke dîrokî heye, divê vê derfeta sedsalî ku derketiye holê, heba nekin. Divê her kes bi serê xwe, li gorî serê xwe tev negere, li dora yekitiyê, yekhelwestî û stratejiyeke hevpar bibin yek.”

Di 26’ê Nîsana 2025’an de li Rojavayê Kurdistanê konferansek pêk hatibû û tevahî partî û rêxistinên Kurd ên her çar parçeyan beşdar bûn.

Karamus ev konferans wiha nirxand: “Me pêngava yekemîn li Rojavayê Kurdistanê dît. Em vê gavê pîroz dibînin. Pêwîste heman gev li parçeyên din ên Kurdistanê bê avêtin. An dê derfeteke dîrokî ji destê Kurdan here.’’

Ahmet Karamus qala xebatên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd kir û wiha got: “Zemînek heye. Li Bakurê Kurdistanê di vî warî de însyatîfek xurt û berfireh heye. Li Rojhilatê Kurdistanê di 26-27’ê Nîsanê de bi hewldan û daxwaza zemîna yekrêziyê civîneke berfireh pêk hat. Her endamek KNK’ê hewldanên dan û standina di gel hêzê, partî, rêxistin û kesayetên Rojhilatî di dan û nstandinê de ye. Diyare dê guherînên mezin li Rojhilat çêbibin û ji bo vê jî pêwîstiyek mezin bi yekitiya Kurd heye.”

‘BAŞÛR LI GEL DERFETAN JÎ XWEDÎ LI BERPIRSYARIYÊN XWE DERNAKEVE’

Ahmed Karamus qala Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha axivî: “Lawaziyek heye. Li gel derfetan jî bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî ranabin. Em mînaka hilbijartinên 2024’an bidin; parlamento carekê tenê civiyaye. Lê tu rol û misyoneke parlamentoyê tune ye. Divê hikumeteke nû bê çêkirin, lê çênebûye. Di deverên aloz ên wekî Kerkûkê de li ser madeya 140’an bi hikumeta navendî re tu têkilî tune ne, di mijara yekbûn û yekbûna pêşmergeyan de tu gav nayên avêtin. Bêçaretiya di van mijaran de dibe sedema lawaziya rêveberiya herêmê li hemberî hikumeta Iraqê. Başûr dikare di yekitiya neteweyî de bi roleke girîng rabe.”

‘DIJMIN JI YEKITIYA KURDAN DITIRSE’

Karamus wiha qala astengiyên li hemberî yekitiya neteweyî ya Kurdan kir: “Dema em girîngiya stratejîk a yekitiyê dibînin, dijminê me jî dibîne. Tişta dijmin jê ditirse yekitiya Kurdan e. Ev astengiya sereke ye. Hem dewleta Tirk, hem Îran, Iraq hem jî hêzên îslamîst û cîhadîst ên li Sûriyeyê, ji bo yekitî çênebe her tiştî dikin. Em ne xwedî wê hişmendiyê ne ku yekitî ji me re pêwîst e. Gelek caran cudahiya fikran û bîrdoziyan bûye sedema pêknehatina yekitiyê. Dijmin ev xistiye mêjiyê Kurdan. Di asta navneteweyî de hinek astengî hene. Hîna hinek dewlet ji ber berjewendiyên xwe Peymana Lozanê diparêzin.”

(bb)

ANHA